TAJÊ: Dayê Ûwêş ji bo tevahî jinan bûye mînak

Bi boneya salvegera wefata dayika Rêber Apo Ûwêş, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de dayika Ûwêş hat bibîranîn û hat gotin
” Rêrer Apo di kesayeta dayîka Uweyş de, têkoşîna jinan zindî kir û rêya azadiya nîşanî jinên Kurd da.”

Bi boneya salvegera 29. wefata dayika Rêber Apo Ûwêş, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ daxuyaniyek da.

TAJÊ di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dayika Ûwêş li hemberî nehaqiya desthilatiyê her bertek nîşan da û têkoşîn dikir û ev got:

” Ruhê wê yê berxwedêr û welatparêz her li pêş bû.

Ji bo wê jî îro Dyika Ûwêş ji her dayikeke Êzdî re bûye pêşeng û mînak.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) anî ziman bi pêşengtiya Dayê Ûwêş, îro hezara jinên birêxistinkirî ji bo azadiya jinan û Rêber Apo têdikoşin û tekez kir ew ê xeta xwe ya berxwedanê bênavber bidomînin.

RJAK: Rêber Apo di kesayeta dayê Ûwêş de têkoşîna jinan zindî kir

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) jî bi heman boneyê peyamek belav kir û ragihand, Rêber Apo di kesayeta dayîka Ûwêş de, têkoşîna jinan zindî kir û rêya azadiyê nîşanî jinên Kurd da.

RJAK’ê di peyama xwe de got:

“Rêber Ocalan di têkoşîna dayîka Ûwêş de, têkoşîna jinan zindî kir û rêya azadiyê nîşanî jinan kir.

Di vê oxirê de jî bi hezaran jin berê xwe dan têkoşîna ji bo azadiyê.

Dayika Ûwêş yekem dibistan bû ji bo rêberek ku îro ji bo gelên cîhanê bûye şanazî. “

Back to top button