Endamê HPC’ê Mihemed Emîn: Di dema heyî de xweparastin ji her kesî tê xwestin

“Parastin bingeha jiyanê ye û erka her kesî ye.”
Bi van gotinan Mihemed Emîn giringiya xweparastinê tîne ziman.
Mihemed Emîn tevî astengiyên xwe yên fîzîkî jî ev 6 sal in di nava Hêzên Parastina Civakî de cihê xwe digre û bajarê xwe diparêze.

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdisatnê re, li ser herêmê metirsî û êriş jî zêdetir bûn.

Nexasim ji aliyê Tirkiyeya dagirker ve ku heta niha êrişên wê rojane dewam in.

Ji ber van êrişan, pêwîstî bi avakirina Hêzên Parastina Civakî HPC hat dîtin.

Niha bi hezaran ciwan û xelkê herêmê di nav vê hêzê de cih digirin û bajar û derdora xwe diparêzin.

Mihemed Emîn ji bajarê qamişlo ye û ev 6 sal in cihê xwe di nava HPC de digire.

Tevî ku nexweşiya Pirtilî jî pê re ye, lê ev astengiya fîzîkî jê re nebû kelem ku parastina xaka xwe neke.

Emîn dibîje:

“Erka parastinê ne tenê ya şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ye.

Em jî bi qasî wan berpirsyar in ku xaka xwe biparêzin.”

Li ser sedema tevlîbûna xwe ya nava HPC’ê de jî, Mihemed Emîn wiha dibêje:

Endamê HPC’ê Mihemed Emîn dawiyê got:

“Divê her kes di bin sîwana HPC’ê de tevlî nava xweparastinê bibe û xaka xwe biparêze.”

Back to top button