Hikumeta Şamê nahêle madeyên pêşeyî jî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin

Ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê her ku diçe zêdetir dibe..
Vê carê jî hikumeta Şamê derbaskirina madeyên pêşeyî qedexe kir…

Ji madeyên jiyanî bigre û heta madeyên tendirustî, rêjîm nahêle tiştek derbasî van taxan bibe..

Herî dawî jî qedexekirina derbasbûna madeyên pêşesaziyê û bi taybet çêkirina cil û bergan û betariyan ferzkiriye..

Bi vê yekê, aboriya li her du taxan rûbirûyî aloziyekê ye..

Nêzî 7 hezar welatî di pîşeya dirûtinê de dixebitin û 500 kargehên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene..

Di van kargehan de cil ji bo hemû sûkên Sûriyê tên şandin..

Lê hikumeta Şamê pêşî li vê jî girt ku di demekê de ye ambargoya aborî li ser Sûriyê jî heye û rewşa aborî her ku diçe xirab dibe..

Ev dorpêç û ambargo, bi destê Firqeya 4’an a girêdayî hikumeta Şamê ji 13’yê adara îsal ve dest pê kiriye..

Nahêlin ard û sotemenî bi taybet derbas bibin.

Back to top button