Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Firatê dest bi projeyeke nû kir

Heta niha li herêmê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker parçeyên laşên gelek zarokan hatine qutkirin.
Zarokê herî dawî jî Ebdoyê 4 salî bû ku lingî wî hat jêkirin.
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Firatê Moro Hisên dibêje:
“Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi projeyekê kiriye û bi rêya wê, parçeyên laşên zarokan ên çêkirî wê werin peydakirin.”

Moro Hisên li ser vê projeyê armanc û sedema destpêkirina wê, ji ajansa Hawarê re axivî.

Moro Hisên dibêje:

“Me biryar da em ê alîkariya wan zarokan bikin da ku careke din tevbigerin.

Ji bo wê jî me dest bi projeya peydakirina parçeyên laş ên çêkirî kir.”

Hisên da zanîn wan projeya xwe bi dermankirina fîzîkî ya Ebdo Mistefa Henîfî dest pê kir û ev got :

“Weke gaveke duyemîn jî wê ji 4 zarokên din re jî parçeyên laş werin amadekirin.

Ev xebat jî li ser gelek qonaxan pêk tê; heta temen dibe 18 salî ku hîngî qonaxa dawî ye.”

Moro Hisên dawiyê bang li rêxistinên mirovî kir ku li hember wan zarokan bi erkên xwe rabin.

Back to top button