Ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” Hiqûqnas Mesûd El-Elî jî bang kir.
Mesûd Elî da zanîn ku bersivdana gel û destekdayîna wê bi kampanya komkirina îmzeyan re asta girêdana gel bi PKK’ê re nîşan da.
Mesûd El-Elî diyar kir ku pêngava ku gelê Kurd ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” daye destpêkirin gaveke rast e û got:
” Pêngav ji cîhanê re asta hezkirin û girêdana gelê Kurd û gelên din bi PKK’ê re misoger kir.
Dewleta Tirk dixwaze doza Kurd bi rêya tawan û hincetan tune bike.
Ji wan tawan jî hêzên hegemon navê PKK’ê xist “lîsteya terorê” ku wê ji qada siyasî, leşkerî û diplomatîk dûr bixe. ”
Mesûd El-Elî tekez kir divê ev îmze ji YE û NY re werin rakirin.