Azad Ibrahîm :Ecaca vê dawiyê bandoreke neyînî li çandiniyê kir

Beriya çend rojan herêm rastî ecacekê hat.Endamê Rêvberiya Komîteya Çandiniyê ya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo Azad Îbrahîm da diyar kir ku vê ecacê ziyan gihand çandiniya bejî û sebzeyan.

Azad Îbrahîm diyar kir ku ev ba gemar weke toz û tirabêlkê bi xwe re tîne û got

“Bektîrya ku kêzik jê dixwin li pelên giyayan dikevin û ziyan digihîne çandiniyên werzî.”

Azad anî ziman ku ev ba beriya niha bi xwe re baran dianî ku gemar li ser berhemên çandiniyê radikir, lê îsal baran nehat.

Bi heman ermancê Cotkarê bi navê Mutez Xalid jî yê Qamişlo, diyar kir ku ev pêla ba îsla ji ber nebarîna baranê bi ecacê re ziyan gihaye erd û çandiniyên wan.

Mutez Xalid got:

“Eger di çend rojên bê de, baran bibare dê çandiniya bejî sûd bibîne, çandiniya avî bandor ji ecacê dibîne.”

Back to top button