Bextiyar Şêx Osman: Bi xurtkirina kampanyayê re azadiya Rêber Ocelan nêzîktir dibe

Bangên ji bo azadiya Rêber Apo bilindtir dibin.
Çalakvanê siyasî Bextiyar Şêx Osman diyar kir ku bi xurtkirina kampanyên ji bo azadiya Rêber Apo re, azadiya wî nêzîktir dibe.

Bextiyar Şêx Osman di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Rêber Ocalan de dibêje :

“Di dîroka gelê me de, yên şoreş kirine timî hatine girtin û bidarvekirin.

Ev ne tiştekî nû ye.

Rêberên berê, di dema girtina wan de, tevgera wan bi dawî dibû.

Lê belê, tevgera Rêber Ocalan zêdetir bi pêş ket. ”

Şêx Osman da zanîn ku ji ber vê pêşketinê sîstema kapîtalîst di wê tirsê de ye ku felsefeya Ocalan rê li pêşiya sîstema wan bigire

Û dawiyê tekez kir ku Her çiqas ev kampanya bi hêz bibe, azadiya Birêz Ocalan jî nêzîktir dibe.

Back to top button