Kiryarên rejîma Îranê yên li dijî kurdan bi dawî nabin. Rejîma Îranê Mamosteya dildar a zimanê kurdî Zara Mihemedî ku zarok fêrî zimanê dayikê dikirin, binçav kiribû. Ji bo azadiya wê dest bi kampanyayê hat kirin.
Zara Mihemedî mamosteyeke Kurd a zimanê Kurdî ye ku li Rojhilatê Kurdistanê dijî.
Wê li bajarê Sine waneyên Kurdî dida şagirtên xwe.
Ji ber vê yekê jî hatibû binçavkirin û heta niha jî aqûbeta wê ne diyar e.
Ji bo azadiya Zarayê bi ser medyaya civakê kampanya hat destpêkirin.
Dema ku hatibû binçavkirin, Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya Navenda PEN’a Kurd gotibû, Zara Mihemed mamosteyek dilxwaz a zimanê Kurdî bû û bi hinceta ku zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê kirine, hatiye binçavkirin.
Niha ji bo zanîna aqûbeta Zara Mihemed û serbestkirina wê li ser medya civakî kampanya hatiye destpêkirin.