Tûnisî daxwaza girtina partiya El Nehda ya nêzî Erdogan kirin

Di navbera Tirkiye û Tûnisê de, aloziya destwerdana karên navxweyî zêde dibe.
Ji ber ku serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ‘mudaxeleyî karên navxweyî’ yên Tûnûsê dike, nerazîbûn zêde dibe.
Tê xwestin ku Tevgera Nahda ya ku nêzî Erdogan e were girtin û balyozê Tirk jî ji welat were derxistin.

Serokomarê Tûnûsê di 22’ê Îlona 2021’an de rayeya xwe zêde kiribû û bûbû sedem ku xebatên parlementoyê were sekinandin.

Serokomar diyar kiribû di 25’ê Tîrmehê de referandûm û di Kanûna 2022’an de jî wê hilbijartin pêk were.

Li gorî gelek partiyên siyasî dema ku serokomar dest datîne ser hemû rayeyan û mudaxeleyan dike, ev tê wateya darbeya li dijî destûra bingehîn.

Serokomar par hikumeta Nahda ya îslamîsta siyasî ji peywirê stendibû, parêzbendiya parlementeran rakiribû û ji bo parastina saziyan artêş erkdar kiribû.

Piştî feshkirina parlementoyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû “bûyerên li Tûnûsê tê wateya ku demokrasî qirêj bûye.

Feshkirina meclîsê ji bo dahatûya Tûnisê cihê fikaran e û li hemberî îradeay gelê Tûnisê darbeyeke mezin e.”

Tevgera 25’ê Tîrmehê jî xwest bila Tevgera Nahdayê were feshkirin, derbarê endam û serokê wê lêpirsîn were destpêkirin û balyozê Tirk jî ji welat were derxistin.

27 saziyên sivîl ên civakî jî bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Erdogan a di 4’ê Nîsanê de dan.

Saziyan diyarkirin Tirkiye nikare di warê demokrasiyê de tiştekî bibêje û Tirkiye li hemberî rojnameger, parêzvanên mafên mirovan jî şîddetê dike.

Back to top button