El Salvador…di nava 2 hefteyan de 9,000 kesên biguman hatin binçavkirin

Rêveberiya hikumeta El Salvador bi biryare ku welat ji komên çeteyan paqij bike.
Ji bo vê yekê rewşa awerte ya ku beriya 15 rojan ji aliyê Serokê El Salvador Nayip Bukele ve hatî ragihandin bi oparasyonên polîsan didome.
Di vê çarçoveyê de heta niha nêzî 9 hezar kesên biguman hatine binçavkirin.

Bukele ku ji ber binpêkirina mafên mirovan ji aliyê saziyên sivîl ên herêmî û navneteweyî ve hate rexnekirin, gotina;

“Tenê di 15 rojan de bêtirî 9 hezar çete hatin girtin.

Em şerê li dijî çeteyan dewam dikin.”

Bukele li ser banga Wezîrê Derve yê DYA Antony Blinken ji bo parastina azadiyên sivîl ên li El Salvador li ser medyaya civakî bersivanda û ev tişt anî ziman:

“Hevalekî min yê rojnamevan heye, ew dixwaze bi karanîna mafê xwe yê azadiya çapemeniyê têkeve Guantanamo û bibîne ka girtiyên li wir ji azadî û pêvajoya darazê sûd werdigrin yan na bibîne.”

Di daxuyaniya hêzên polîs de, hat ragihandin ku ji destpêka “şerê li dijî çeteyan” heta niha 9 hezar û 120 kesên biguman hatine girtin.

El Salvadorê di nava 20 salan de cara yekeme di nava çend rojan de bi hezaran gumanbarî digre.

Back to top button