Dayîka Ûwêş afrînera jiyana azad e

Jina serhildêr, dayika jiyaneke nûjen, dayê Ûwêş .
Belê Îro salvegera 29 salvegera wefata dayîka Rêber Apo û tevahî jinên ku li pey doza ber bi azadiyê ve diçin Ûveyş e. Ew bû çavkanî û afrînera hêvî, jiyaneke nû ya azad. Rêber APO dibêje: Dikarim bejim ku min perwerdeya herî mezin ji diya xwe girtiye .
Eger tu bi dijminên xwe re mijul nebî, nikarî nan bixwî yan jî nikarî bijî.

Rojhilata Navîn ku dergûşa mirovahiyê ye, bi Xwedawend û dayik-jin re li hemû cîhanê nav û deng veda ye.

Jinên vê herêmê, jiyan afirandin û tecrûbeyên xwe yên bi nirx radestî cîhana mirovahiyê kirin.

Yek ji wan dayîkan ku ewladekê ku pêşeroja gelekê ronî kir, Dayê Ûwêş e.

Ew nimûneya dayêkên Kurd e ku bi awayek herî baş rastiya civaka Kurd a serdemê dîtiye.

Dayê Ûveyş… jina isyankar, serbilind û dadperwer.

Rêber Apo: Dayîk di heman demê de ax, welatparêzî û azadî ye

Wê tevahî raperîn û pîrozbahiyên jin-dayîk di kesayeta xwe de dihewand.

Dayê Uveyş, ji bo van nirxên xwedî paşerojeke hezaran salan ên xwedawendiyê bide zarokê xwe roleke diyarker lîstiye.

Kesayeta Dayê Ûveyş, di jiyan Rêber Apo de jî dibe, derseke jêneveger û roleke bingehîn leyîstiye.

Têkiliya di navbera wan de ji ya dayîk- kur, zêdetir, bûye têkiliya ax- welat- jin-azadî û hevaltiya bêdawî.

Rêber Apo timî destnîşan kiriye ku mafê dayikê di rastiyê de wiha tê dayîn.

Rêber Apo dayîka xwe mîna jina bi hêz pênase dike.

Rêber Apo: Dayîka min têkoşer û tûfaneke serîhildêriyê bû

Ji bo min bibîranîna dayikan pir girîng e.

Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayîka min e.

Dayîka min têkoşereke mezin û tûfaneke serîhildêriyê bû.

Li gund bi serîhildêriya xwe dihat naskirin. Serî li ber tu kesî neditewand.

Heta dikarim bejim ku min perwerdeya herî mezin ji wê girtiye .

Li Kurdistanê rasteqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayîkê ye.

Dayik bi awayekî bêhempa liber xwe didin. Bêguman ev berxwedan wan jî dixîne û tûne dike.

Yanî min ev dît: Eger tu bi dijminên xwe re mijul nebî, nikarî nan bixwî yan jî nikarî bijî.

Rêber Apo, dayê Uveyş wekî dayîka ji çanda xwedawendatiyê ya neolîtîkê mayî û gelekî xurt pênase dike:

“Ew dayiktiya çêkirî ya modernîteyê nehiştibû ku ez pîrozweriya dayîka xwe bibînim.

Di jiyanê de min gelek êş kişandin, lê bi tu awayî ez ji bo bûyerekê jidil negiriyam.

Lê piştî ku min qalibên modernîteyê rûxandin, di serî de dêya min û di şexsê wê de hemû dayikên dilşewatî tên bîra min û ez bi çavên şil li wan mêze dikim…

Li gel vê di derketin û pêşketina Bîrdoziya Rizgariya Jin de Dayê Uveyş, rolekî diyarker lîstiye.

Hêza dayikê, şerkeriya wê û bi tevayî bandora wê, bûye sedem ku Rêber Apo pirsgirêka jinê ferq bike û bikeve nav lêgerîneke azadiya jin û civakê.

Ev jî roleke jê venger a bandora Dayê Uveyş a li ser Rêber Apo ye. rihê isyanê û berxwedanê bi vê bandorê di dayik û jinên kurd de zîvirî têkoşîneke bi aznebûn û rêxistinkirî ku îro ji bo tevayî jinan dibe ilham.

Back to top button