Li Newala Qesaba a li Sêrtê ku bi sedan cenazeyên welatiyên ermen, keldanî û kurd ku hatine kuştin, veşartî ne, dewleta Tirk dixwaze li ser wan gorên komî avahiyan çêbike
Gelek baro, rêxistinên maf, hiqûq û sivîl daxuyaniyek hevpar a nivîskî dan û li dijî çêkirina avahiyên derketin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dixwazin bi çêkirina van avahiyan re ser rastiya li wir bê veşartin û hat gotin:
“Dixwazin civakê bêbîr û bêsiberoj bihêlin.
Edalet rêgeza hevkartiya civakî ye.
Çêkirina avahiyên li Newala Qesaba bêedaletî û êrişa li dijî hevkariya civakê ye.”
Di dewama daxuyniyê de hate ziman divê nasnameya hemû cenazeyên li wir bên tespîtkirin û ev cenaze ji aliyê malbat û xizmên xwe ve bên veşartin.
Herwiha hat gotin,
“Divê sûcên li vir hatine kirin were nasîn, kujeran eşkere bikin.”
Dawî Rêxistinan diyar kirin ku çêkirina avahiyên li Newala Qesaba sûc û bêhurmetiya li hemberî miriyan e û bang kirin ku Newala Qesaba veguherînin qada hafizeya civakî.