FRANSA: AVAKIRINA DADGEHA DAIŞ YÊN GIRTÎ TÊ NÎQAŞKIRIN Û DIBE LI IRAQÊ BE

Wezareta Dadê ya Fransa ragihand ku wan avakirina dadgehekê ji bo DAIŞ’ê xistiye nîqaşê de, lê ji bo vê demeke dirêj dixwaze.

Di hevpyevînekê bi dezgeha “RMC” re Wezîra Dadê ya Fransa Nicol Bîl-obî diyar kir ku ew avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina DAIŞ’ê nîqaş dikin.

Wezîra Fransî da zanîn ku, ev nîqaş bi beşdarbûna wezîrên Fransî, Almanî, Ispanî û Îtalî pêk hatiye..

Tişta balkêş û tevî ku hejmareke mezin a çeteyan li Sûrî hatine girtin, lê wezîra Fransî cihê avakirina dadgehê li Iraqê dest nîşan kir.

Wezîra Dadê ya Fransa anî ziman ku ji bo avakirina dadgehê demeke dirêj dixwaze û divê Iraq betalkirina cezayê darvekirinê qebûl bike..

Herî dawî ji bo vê mijarê, li Paytexta Siwêdê Stocholim, civîneke bi beşdarbûna Siwêd û 11 welatên yektîtiya Ewropayê hatibû lidarxistin.

Li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di nav de hezar çeteyên biyanî ji 50 welatî, bi qasî 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê girtî ne..

Rêveberî bang dike ku, ji bo lêkolîneke hevpar pêk were û çete li ser hemû kiriyarên xwe werin darizandin, pêwsît e li cihê çete lê hatine girtin, dadgeh were avakirin.

Leave a Reply

Back to top button