Komîteya Sazkirina Peymana Civakî civîna yekem bi Meclisên Herêma Cizîrê re li dar xist

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina reşnivîsa Peymana Civakî civîna xwe ya yekem bi Meclisên Herêma Cizîrê re li dar xist.

Komîteya Berfireh a Sazkirina Peymana Civakî îro yekem civîna xwe bi sazî û desteyên meclisên rêveber û zagonsaz û Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê re li dar xist.

Civîn bi amadebûna nûnerên meclisên rêveber, zagonsaz û edaletê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û leşkerî, hiqûqnas, li avahiya Meclisa Zagonsaz a li navçeya Amûdê hate lidarxistin.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif di destpêka civînê de axivî û got:

Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û niqaşkirina wê bi meclis û gelê herêmê re, gavekî pir girîng e .

Foza Yûsif diyar kir ji bo nîqaşkirina reşnivîsa peymana civakî wê civîn bi hemû rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê herêmê re werin lidarxistin.

Piştî axaftina Foza Yûsiv, reşnivîsa Peymana Civakî hat xwendin û nîqaşkirin.

Back to top button