Alîgirên Îmran Xan yê ji erk hatî girtin daketin kolanan

Li Pakistanê aloziya siyasî derbasî qonaxek nû bûye.
Li ser banga Îmran Xan yê ji erkê serokwezîrtiyê hatî girtin, li gelek bajaran bi sedan kes daketin qadan.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, li ser banga Serokê Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) Xan, tevî paytext Îslamabadê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li paytext Îslamabadê gelek kes bi wesayîtên xwe konvoyek ava kirin.

Di dema ku xwepêşanderan ku alên Pakistan û PTI di destê wan de bûn, ji bo piştevaniya Xan dirûşme hatin gotin.

Ji aliyê din ve, serokwezîrê berê û serokê PTI Xan, di daxuyaniyekê li ser Twitterê de spasiya Pakistaniyên ku “hevkarên herêmî û guhertina rejimê ya bi piştgirîya Amerîka” protesto kirin, kir.

Xan destnîşan kir ku Pakistan di sala 1947an de serbixwe bû, lê têkoşîna azadiyê ya li dijî planên guhertina rejîma biyanî îro ji nûve dest pê kir.

Duh hikûmeta Îmran Xan di encama dengdana bêbaweriyê ya li parlamentoya Pakistanê de hilweşiya.

Back to top button