Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji navçeya Mabata ya Efrînê revand

Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî bê navber dewam dikin. Çeteyên dagirkeriya tirk herî dawî welatiyek ji navçeya Mabata ya Efrînê revand. Li Girê Spî jî, çeteyên dewleta Tirk cotkarek şeland.

Hat ragihandin çeteyan welatiyê bi navê Dildar Ibrahîm Colo yê ji navçeya Mabata ya Efrînê bi hincetên xwe yên berê hazirkirî revand.

Çeteyan Ibrahîm Colo birin navenda xwe ya li navçeya Mabata û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, tenê ji destpêka vê salê heta niha çeteyan 199 welatî ji Efrînê revandine.

Li Girê Spî çeteyên dewleta Tirk welatiyekî cotkar şêlandin

Li Girê Spî jî, çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Fadî Hesen El-Remedan ê ji gundê Karmazat şêlandin.

Çeteyan 13 bermîlên mazotê, 2 telefon û hin pere ji Fadî Hesen dizîn û ji bo li wan gilî neke ew bi têkbirina ewlehiya herêmê sûcdar kir.

Back to top button