MALBATÊN RÊBER OCALAN Û GIRTIYÊN DIN HEVDÎTIN PÊK ANÎN AXIVÎN

Ji malbatên çûn Îmraliyê xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan têkildarî têkildarî hevdîtina bi salan bi birayê xwe re pêk anî hestê xwe anî ziman.

Sabîha Aslan diyar kir ku ew di bin tedbîrên zêde de çûne girtîgehê û di her nukteya lêgerînê de li ser wan lêgerîn pêk dianîn.

Aslan anî ziman ku piştî lêgerînan her malbetekê di odeyên cuda de hevdîtin pêk anîne û got:

“Min birêz Ocalan, Hamilî Yildirim û Hayrî Konar nedît.

Min saetek bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.”

Ev çar sal bû me nikaribû wî bidîta.

Me bêtir li ser mijarên malbatî axivîn.

Pirs kir û got ‘kî sax e û kî miriye.’

Sabîha Aslan destnîşan kir ku birayê wê gotiye ‘ne diyar e wê carek din hevdîtin pêk were an jî na.

Dibe ku ev hevdîtina dawî be jî û dibe ku dewam bike jî’ û wiha got:

“Birayê min Veysî xwest ku carek din hevdîtin pêk were ji bo zarokên xwe bibîne.

Sabîha Aslan her dawî hestên xwe yên têkildarî hevdîtinê wiha vegot:

Ne mimkûn e ez hestên xwe bînim ziman. Hestek giran bû, bar bû û hezkirin û bextewarî hebû.

Heke ez dikaribim behsa wê saetekê bikim û bînim ziman wê bibe pirtûk, lê nikarim bînim ziman.

Ez hê jî di bin bandora wê de me.”

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close