Jiyana 5 çalakvanên Şêladizê ên di girtîgeha PDK’ê de, di xeteriyê de ye

Rewşa tendirûstiya girtiyên Behdînan û pênc çalakvanên Şêladizê ku di girtîgeha PDK’ê a Hewlêrê de ne, gelek xirabe.

Nûnerê girtiyên Behdînanê Ayhan Seîd, derbarê rewşa girtiyên Behdînanê û pênc çalakvanên Şêladizê yên di girtîgehê de ne, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku salek û çar meh in pênc çalakvanên Şêladizê û gelek girtiyên din ên Behdînanê di girtîgeha PDK’ê ya Hewlêrê de tên ragirtin.

Hat diyar kirin girtiyan bi rêya malbatên xwe ragihandine ku rewşa wan gelek xirabe.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin:

“Gelek binpêkirinên mafan li beramberî girtiyan tên kirin.

Di dema lêpirsînê de tevayî gotin û îfadeyên wan hatine guhertin û bi wan dane îmzekirin.”

Di dawiyê de bang li raya giştî û saziyên mafê mirovan hat kirin ku rewşa girtiyan bê pirsîn, da ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.

Back to top button