ROJA 1MÎN A CEJNÊ ÇETE BI SER 4 MALAN VE GIRTIN Û 7 ŞÊNÎ REVANDIN

Li navenda bajarê Efrînê 30 komên çete hene. Ew kom her bê navber binpêkirinan dikin. Efrînî bi revandin, xwestina fidyeyê û talankirinê re rû bi rû dimînin. Berpirsyarê yekem jî dewleta Tirk a dagirker e.

Serdegirtina malan û revandina sivîlan ji despêka meha Remezanê û rojên cejnê ve ranewestiye.

Di roja yekemîn a cejna Remezanê de çeteyên bi navê Lîwa El-Selam a girêdayî El-Feyleq El-Salês li navenda bajarê Efrînê bi ser malan de girt.

Di encamê de dest danî ser 4 malan û 7 şênî jî revandin.

Di vê der barê de, rêveberê beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqa di Rêxistina Efû ya Navnetewî de, Filip Nasîf wiha got:

“Binpêkirin der heqê kesên ku nerazîbûna xwe li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin, zêde bûne.”

Nasîf wiha domand:

“Rêbazên mîna revandin ji bo xwestina fîdyeyê û girtina bê dorveger, tirsa derketina ji xaniyan û derbaskirina jiyaneke xwezayî, li Efrînê bûye tiştekî asayî.”

EFRÎN – BINPÊKIRIN
MAFNAS: TIRKIYE BERPIRSYARÊ BINPÊKIRINAN E

Hêjayî bîrxistinê ye, meha Sibatê komîteyeke şopandinê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî raporeke nirxandinê der barê rewşa li Efrînê weşand.

Di raporê de wiha hate ziman:

“Komîte ket wê baweriyê ku komên çekdar li Efrînê tawanên şer, revandin, êşkence û talan kirine.”

Pisporên mafnasî dibêjin, divê Tirkiye wan binpêkirinan rawstîne û sivîlan biparêze.

Nasîf dibêje: “Tirkiye hêzeke dagirker e, lewre, binpêkirinên li Efrînê tên kirin, berpirsyariya wê ye.”

EFRÎN – BINPÊKIRIN
AHVAL NEWS: WEKE TÊ XWESTIN EFRÎN DERBASÎ ROJEVA RAGIHANDINA CÎHANÎ NEBÛYE

Edîtorê Ahval News Ilhan Tanir jî got ku rewşa li Efrînê weke tê xwestin derbasî rojeva ragihandina rojavayî nabe..

Ji despêka dagirkirina Efrînê di 18 Adara 2018 û vir ve, çeteyên dewleta Tirk guhertina demografîk pêk tînin.

Rêbazek bi vî awayî jî, riyên çareseriyê dirêj û dijwar dike.

Çawa be jî, serdegirtina malan bi şev bê dawî ne.

Bêtirî 30 komên çete di navenda bajarê Efrînê de hene û binpêkirinên herî xirab dikin.

Leave a Reply

Back to top button