Şahbaz Şerîf bû serokwezîrê nû yê Pakîstanê

Parlamentoya Pakîstanê li dewsa Serokwezîrê berê pakîstanê Îmran Xan ê ku ji erk hatibû girtin Şehbaz Şerîf weke serokwezîrê nû hilbijart.

Di 9’ê Nîsanê de parlementoya Pakistanê, Erka Serokwezîrê bi 174 dengan ji Îmran Xan girt….

Doh careke din ji bo serokwezîrê nû li parlamentoya Pakîstanê hilbijartin hate kirin.

Di dengdayînê de namzetê aliyên muxalîf serokê Partiya Lîga Misliman a Pakîstanê PML-N Şahbaz Şerîf bi girtina 174 dengan weke serokêwezîrê 23’emîn yê Pakistanê hate hilbijartin.

Serokê Partiya Lîga Misliman a Pakîstanê PML-N Şahbaz Şerîf ji nasnameya xwe ya siyasetmedareke zêdetir weke rêvebereke naskirî tê zanîn.

Wezîrê berê û cîgirê serokê partiya Xan, Şah Mehmûd Qureşî di xîtabekê de beriya dengdayîna ji bo hilbijartina serokwezîrê nû de got, “Em hemû îstîfa dikin.”

Piştî axaftina Qureyşî hemû parlamenterên partiya Xan meclisa Pakistanê terikandin û diyarkirin ku ewê berê xwe bidin gel.

Back to top button