Ferhad Canfeda: Dewleta Tirk amadekariya êrişeke nû dike

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda li ser êrişên Tirkiyeya dagirker dibêje:
“Tevgereke zêde ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xuya dibe.
Amadekariyên êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.”
Ferhad Canfeda teqez kir ku ew ê bi alikariya gelên xwe axa xwe biparêzin û cihên hatine dagirkirin rizgar bikin.”

Tirkiyeya dagirker û çeteyên wî careke din dest bi êrişên dijwar ên li dijî herêmê kirine.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda der barê van êrişan de ji ajansa Hawarê re axivî.

Ferhad Canfeda diyar kir dewleta Tirk amadekariya dagirkeriyeke nû dike, ji ber wê jî êrişên xwe zêdetir kirine.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê: Em di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê anî ziman ew di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan dide û teqez kir ku ew ê gelên xwe biparêzin.

Fermandar Ferhad Canfeda: Hêzên hikûmeta Şamê yên li Til Temirê bi erka xwe ranabin

Ferhad Canfeda balkişand li ser helwesta hêzên rejêmê li beramberî van êrişan jî û da xuyakirin ku ev hêzên qaşo ji bo parastina sînor hatine bi erka xwe ranabin.

Fermandar Ferhad Canfeda: Em ê bi piştgiriya gelê xwe axa xwe biparêzin

Dawiyê fermandar Ferhad Canfeda teqez kir ku wê bi piştgiriya gelên xwe welatên xwe biparêzin û cihê hatine dagirkirin rizgar bikin

Back to top button