Wezareta Neftê ya Iraqê: Divê belgeyên nefta Başûr ji aliyê hikumeta navendî ve werin kontrolkirin

Wezîrê Neftê yê Iraqê Ihsan Ebdulcebar diyar kir wan li gel şandeya Başûrê Kurdistanê der barê dosyaya nefta Başûr de civînek li dar xistiye. Ihsan dibêje: Me ji ji şandeya Başûr re gotiye, divê kompanyek nû ya neftê li Hewlêrê were avakirin, ku bikare tevayî belgeyên nefta Herêmê kontrol bike.

Wezîrê Neftê yê Iraqê Ihsan Ebdulcebar der barê naveroka civîna wan li gel şandeya Başûrê Kurdistanê de axivî.

Ihsan Ebdulcebar got:

“Me ji şandeya Başûr re got, pêwîst e hemû girêbestên neftê yên li Başûrê Kurdistanê çêbûne di ber çavan re werin derbaskirin.

Û kompanyeke nû ya neftê li Hewlêrê were avakirin da tevayî belgeyên nefta Başûr kontrol bike.

Wê rasterast ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve were birêvebirin.”

Her wiha Ihsan Ebdulcebar tekez kir “Divê hemû aliyên ku wezareta Başûr li gel wan girêbest kirine, rasterast bi vê kompanyayê re bikevin nava danûstandinan.”

Wezîrê Nefta Iraqê Ihsan Ebdulcebar diyarkir wê hevdîtinên wan ên li ser mijarê li gel şandeya Başûr dewam bikin.

Back to top button