Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand li bajarê Reqayê gelek bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê hatin bêbandorkirin.
Li gorî daxuyaniyê hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li gundewarê Reqayê gelek bermahiyên DAIŞ`ê bêbandor kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Li ser agahiya şêniyan ku li gundê Dehlê yê Reqayê alavên xerîb hene, hêzên me û tîma endezyariyê bi lez çûn cihê navborî.
Li wir jî hêzên me dest bi lêkolînê kirin û herêm dorpêç kirin.
Piştre tîma endezyariyê, beyî ku zirar çêbibe, alavên ku ji bermahiyên DAIŞ`ê bûn, bêbandor kirin.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan kir ku der barê bûyerên wiha de agahiyan bidin navendên nêz û alîkar bin.