BERPIRSÊ HDP: OCALAN RÊYA XELASIYÊ YA JI BO ALOZIYÊ NÎŞAN DA

Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yên HDP’ê û Parlementerê Amedê Hişyar Ozsoy, peyama Rêber Ocalan nirxand.

Ozsoy, bi bîr xist ku ji bo tecrîd were şikandin bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha got:

Lê belê di warê siyasî de divê ev têkoşîn bi awayekî xurtir bidome û xwedî lê bê derketin.

Divê rabûna tecrîdê berdewam be û di vî warî de jî ji bo aştiyeke birûmet siyaset were hilberandin.

Ozsoy, destnîşan kir ku peyama Ocalan ya dawî ji bo çareserkirina aloziyên heyî ye û got:

Li Tirkiyê rewş ber bi tehlûkeyê ve diçe hem di aliyê aborî û hem yê leşkerî ve.

Her diçe alozî û krîz kûrtir dibe.

Peyamên Ocalan ên di vî warî de pir girîng in.

Tişta dibêje avakirina aştiyeke birûmet e.

Ozsoy, destnîşan kir ku peyama Ocalan ji bo gelek pêdiviyên gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye bersiv.

Leave a Reply

Back to top button