Tankên artêşa Rûsya ketin kemîna hêzên Ûkrayna

Ûkrayna ji ber êrişên Rûsya ji her demê zêdetir di nava metirsiyê de ye.
Rûsya hemû hêza xwe ji bo kontrolkirina başûr-rojhilatê welat kom dike.
Heta li ser vê yekê, Brîtanya îdia dike ku hêzên Belarûs jî berê xwe dane herêmê.
Li bajarê Mariupol wêraniyek zêde heye.
Şaredarê bajar ragihand ku heta niha bêtirî 10 hezar sivîl hatine kuştin û cenaze li naverastê ne.
Penatagon jî dibêje, îdiayên ku dibêjin Rûsya li herêmê gaza kîmyawî bikar aniye metirsîdarin.

Şerê li Ûkrayna dirêj dibe û cîhan tevahî winda dike.

Îro 48 rojin Rûsya bi hemû hêza xwe êrişî Ûkrayna dike.

Ji ber têkçûna li bakurê Ûkrayna niha, Moskow berê hêza xwe daye başûr-rojhilatê welat.

Moskow dixwaze li herêma Donbassê serkeftinê bidest bixe.

Lê ya tê xuyakirin rojên zehmet li pêşiya wê ne.

Ev der herêma Donetsk ya Donbassê ye.

Li vir karwana tankên Rûsya ketin xefika hêzên Ûkrayna.

Piştî derbên xurt 2 tank hatin teqandin û yên din neçar man paşde birevin.

Li vir jî hêzên Ûkrayna bataryayek hewanê ya Rûsya têk birin.

Leşkerên li herêmê jî dest bi revê kirin.

Ev der bajarê Mariupol yê ji aliyê hêzên Rûsya ve hatî dorpêçkirin e.

Li bajar hêzên Ûkrayna hewil didin li ber xwe bidin.

Dîmenên di dema şerê li bajar de hatî kişandin jî xuya dike ku wêraniyek zêde heye.

Şaredarê Mariupol: Bêtirî 10,000 kes mirine û cenaze li naverastê ne

Şaredarê Mariupolê ku 6 hefte ye di bin bomberdûmana giran a Rûsyayê de ye, diyar kir ku heta niha zêdeyî 10 hezar sivîl mirine û cenazeyên kesên mirine jî li kolanan in.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê jî ragihand ku hêzên Rûsyayê yên li Belarûsê ji bo piştgiriya operasyonên li herêma Donbasê ji welêt derdikevin û berê xwe didin herêmê.

Bi qasî Mariupol nebe jî, li nêzî Novoaydarê wêraniyek zêde xuya dike.

Ûkrayna: 19,600 leşkerên Rûsya hatin kuştin

Di vê navberê de, Sererkaniya Ûkrayna bîlançoya şerê 48 rajan a li dijî Rûsya eşkere kir.

Sererkaniyê ragihand ku heta niha 19 hezar û 600 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Her wiha, 157 balafir, 140 helîkopter û 732 tankên Rûsya hatine têkbirin.

Pentagon: Îdiayên Rûsya li Ûkrayna çekên kîmyawî bikar anîne metirsîdarin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby diyar kir ku îdiayên ku dibêjin Rûsyayê li bajarê Mariupol ê çekên kîmyewî bikar aniye metirsîdar in.

Kirby der barê îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî yên Rûsyayê li Mariupolê da daxuyanî da û wiha got:

“Haya me ji parvekirinên medyaya civakî yên ku dibêjin hêzên Rûsyayê bombeyên kîmyewî avêtine bajarê Mariupolê heye.

Em niha nikarin piştrast bikin, lê em rewşê ji nêz ve dişopînin.”

Back to top button