Zelensky: Rûsya li Ûkrayna mayînan bicih dike û divê ev weke sûcê şer bê pejirandin

Li Ûkrayna sûcên şer zêde dibe û Moskow di ya xwe de israr dike.
Serokomarê Ûkrayna Zelensky xwest mayînên ku hêzên Rûsya li nava xaka Ûkrayna çandîn weke sûcê şer bê dîtin.
Putin jî dibêje, oparasyona me ya li Ûkrayna wê bigihêje armanca xwe.
Di vê navberê de, YE nîşaneyên nû yên cezayên gaza xwezayî û petrola Rûsya jî digre nava xwe da.

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyê ya ku doh parve kirî de rewşa li welat nirxand.

Volodymyr Zelensky diyar kir ku li herêmên bakurê Ûkraynayê yên ku ji leşkerên Rûsyayê hatine rizgarkirin xebatên paqijkirina mayînan dewam dikin.

Zelensky da zanîn ku li van herêman her roj herî kêm hezar teqemenî tên bêbandorkirin û wiha got:

“Dagirkeran li her derê mayin hiştin.

Li kolanan, li malan, di maşîneyan de.

Ev yek bi zanabûn tê kirin.”

Serokomarê Ûkrayna xwest ku ev yek di qada naventewî de were sûcê şer were dîtin.

Putin: Oparasyona leşkerî ya li Ûkrayna wê bigihêje armanca xwe

Li aliyekî din Serokê Rûsya Vladimir Putin ji axivî û careke din di kontrolkirina Ûkraynayê de israr kir.

Putin diyar kir ku operasyon ji bo parastina Rûsyayê di demeke dirêj de pêwîst in û got,

“Operasyona leşkerî ya li Ûkraynayê wê bigihêje armanca xwe.”

Putin anî ziman ku welatek mîna Rûsya ewqas mezin, nemaqule ku were tecrîdkirin.

Piştî merasîma li bajarê Blagoveşçensk Putin û Serokê Belarûsya Aleksander Lukaşenko ji bo nirxandina şerê li Ûkrayna civînek taybet lidar xistin.

Nehammer: Hevdîtina me ya li gel Putin diyar, zelal û zehmet bû

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Awistryayê Karl Nehammer li başûrê paytexta Rûsyayê Moskowayê hatin cem hev.

Karl Nehammer piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xist.

Nehammer diyar kir ku ew bo dostanî neçûne Moskovayê û wiha got:

“Hevdîtina me ya bi Putin re pir zelal, vekirî û dijwar bû.

Peyama min a herî girîng ji Putin re şerê li Ûkraynayê bû.

Nehammer diyar kir ku derbarê kuştina sivîlan a bi êşkenceyê ya li Bûça û bajarên din ên Ûkraynayê de fikrên xwe ji Putin re aniye ziman û dewam kir:

“Min got divê kesên ku li Buça û bajarên din sûcên şer ên giran kirine, hesab bidin.”

Kremlînê jî îdia kir ku ji bo propaganda li ser neyê kirin, dimenê lîderan ne hatiye kişandin.

Nîşaneyên nû yên cezayên ye li ser petrol û gaza Rûsyayê

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YE Josep Borrell piştî Civîna Konseya Karên Derve axivî û işaret bi cezayên nû yên YE’yê yên li ser neft û gaza xwezayî ya Rûsyayê kir.

Borrell got,

“Gaz û petrola rûsya jî di nav de, tabûya me ya li ser cezayan tune ye.”

https://www.iha.com.tr/haber-nevsehirde-trafik-kazasi-1-olu-1048865/

Di vê navberê de, pêvajoya endamtiya Molova û Gurcistanê ya ji bo YE despê kir.

Back to top button