Serokwezîrê nû yê Pakistanê Şahbaz Şerîf sond xwar û dest bi kar kir

Li Pakistanê aloziya siyasî bi hilweşîna rêveberiya Îmran Xan re bi dawî bû.
Şahbaz Şerîf sond xwar û bû 23. serokewezîrê Pakistanê.

Şerîf piştî sondxwarina li parlamentoyê axivî.

Şerîf di axavtina xwe de bi bîr xist ku di dîroka Pakîstanê de yekem car pêşnûmeya bêbaweriyê ya li hember serokwezîrek bi ser ket û got,

“Qencî li ser xerabiyê bi ser ket.”

Li aliyê din Serokomar Arif Alvî diyar kir ku Şahbaz ji ber nexweşiya xwe bi saetan beriya sondxwarinê beşdarî merasîmê nabe.

Şahbaz li ber Serokê Meclîsê Sadiq Sancaranî sond xwar.

Li Pakistanê herî dawî di Meclisa Neteweyî de ji bo Xan û hikûmeta wî dengdana pêbaweriyê hat dayîn û Khan ji posta serokwezîrtiyê hat dûrxistin.

Piştî ku Xan ji kar hat dûrxistin, doh di dengdana parlementoyê de, Serokwezîrê 23. ê Pakistanê Şahbaz Şerîf bi 174 dengên “erê” hat hilbijartin.

Birayê mezin ê Şerîf, Nawaz Şerîf, sê caran serokwezîrê Pakistanê bû û di sala 2017’an de bi tawana gendeliyê ji kar hatibû dûrxistin.

Parlamenterên partiya serokwezîrê berê yê Pakistanê Xan doh bi tevahî ji Meclîsa Neteweyî îstifa kirin.

Back to top button