13 ÊZIDIYÊN DIN YÊN HATINE RIZGARKIRIN GIHIŞTIN MALBATÊN XWE

13 Êzidî yên ji aliyê QSD’ê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin li Şengalê gihiştin malbatên xwe.

Mala Êzidî ya Kantona Cizîrê di saetên sibehê de 13 welatiyên Êzidî yên ku li Kampa Holê bûn ku ji aliyê QSD’ê ve hatibûn rizgarkirin radestî Komîteya Dîlan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê kiribûn.

Piştî nîvro şênî gihiştin Şengalê û li Navenda Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ya Sinûnê bi tevlîbûna bi sedan welatiyên Êzidî bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button