Çeteyan 11 kesên ku hewldidan ji Efrînê derkevin, girtin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin. Çeteyan 11 kesên ku hewl didan ji Efrînê derkevin girtin. Li Efrînê, jin bi gefan û darê zorê têne zewicandin. Di van rojên dawî de jî çeteyan bi dehan dar birîn.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber dewam dikin.

Çete her cure kiryarên dermirovî li dijî welatiyên li Efrînê mane pêk tînin.

Girtin û revandina welatiyan bûye karekî rojane yê çeteyan.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan 11 kesên ku hewl didan ji Efrînê birevin û derbasî Tirkiyê bibin, girtin.

Li gundê Kîmarê çeteyan şivanek girt û êşkence lê kir

Li gundê Kîmarê yê bi ser navçeya Şêrawa jî, çeteyan kesê bi navê Uqba Hisên yê 26 salî ku şivanê e girtin û êşkence lê kirin.

Çarenûsa Uqba Hisên heta niha ne diyar e.

Li aliyekî din, çeteyan welatiyê bi navê Tewfîq Qereçol yê ji gundê Satiya yê bi ser navçeya Mabata ku beriyê mehekê revandibûn û êşkence lê kiribûn, di berdêla 2 hezar dolar de ew berdan.

Çeteyekî dewleta Tirk bi darê zorê neçer kir ku jineke Kurd pê re bizewice

Li kêlaka revandin û girtina jinan, çete niha bi darê zorê jinên li Efrînê didin zewicandin.

Li gorî Rêxistinsa Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyê bi navê Mistefa Zehûrî jineke Kurd bi darê zorê neçar kir pê re bizewice.

Jina bi navê Şêrîn Fewzî Elîko yê ji gundê Hisê Mîrkan yê bi ser navçeya Mabata piştî ku gef lê hate xwarin, bi darê zorê bi çete re hate zewicandin.

Çeteyên dewleta Tirk 90 darên zeytûnê birîn

Li aliyekî din, wêrankirina xwezaya Efrînê ji aliyê çeteyan ve berdewam dike.

Çeteyan herî dawî 35 darên zeytûnê li derdora navenda bajarê Efrînê birîn.

Beriya vê jî çeteyan 35 darên zeytûnê li gundê Til Tewîl û 25 dar li gundê Şêx Hutka birîn.

Back to top button