Pêşbîniyên banka cîhanî bo şerê Rûsya û Ûkrayna reşbînin

Cîhan bi giştî berdêla şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê dide. Li gorî pêşbîniyên Banka Cîhanê encamên aborî yên şerê li Ûkraynayê wê dramatîk bin. Bank ji bo aboriya Rûsyayê encamên heman rengî hêvî dike. Di vê navberê de, Rêxistina Bazirganiya Cîhanê jî hişyarî da ku şer wê bibe sedema paşketinên mezin di aboriyên cîhanê de.

Ji roja despêkirina êrişa Rûsya ya li dijî Ûkrayna, li seranserî cîhanê bandora wê di warê bihabûn, eflasyon û kêmbûna kelûpelan de tê hîskirin.

Banka Cîhanî pêşbîniyên xwe yên derbarê encamên şer li ser aboriya Rusya û Ûkraynayê ragihand.

Li gorî vê yekê, tê payîn ku aboriya Ûkraynayê hema hema nîvî têk biçe.

Tê pêşbînîkirin ku berhema navxwe ya nesafî li gor par ji sedî 45 kêm bibe.

Tê gotin pêşbîniyên navborî yên doh ji aliyê Banka Cîhanî ve hatine ragihandin, wê li gorî demdirêjî û tundiya şer biguhere û pêşbîniyên wê jî girêdayî guhertin û dirêjahiya şer in.

Berî destpêkirina şer, Banka Cîhanî pêşbîniya mezinbûna Ûkraynayê di dawiya meha Çile de ji sedî 3 ragihandibû.

Banka Cîhanî ragihand ku encamên şer, tê de gelek warên aboriya Ûkraynayê bandor kiriye û got:

Em bi fikarin ku xizanî bi koçberî û revê re bigihîje astên tirsnak.

Hejarî wê ji sedî 19,8 derbas bike

Her wiha hat diyarkirin ku ji aliyê îstatîstîkî ve rêjeya xizaniyê ya rojane li welatên di heman kategoriyê de bi Ukraynayê re 5,50 dolar e.

Tê payîn ku rêjeya mirovên di vê kategoriyê de dijîn di nava gelê Ûkraynayê de ji sedî 1,8 derkeve ji sedî 19,8’an.

Bankê diyar kir ku pêşdîtinên wan yên ji bo Kîevê bi şerê li welat ve girêdayî ye.

Aboriya Rûsya wê ji sedî 11,2 biçûk bibe

Aboriya Rûsya jî ji şerê heyî bandor bûye.

Banka Cîhanî ragihand ku tê payîn aboriya Rûsyayê ji ber cezayên DYA û Ewropa li ser sepandine ji sedî 11,2 kêm bibe.

Tê texmînkirin ku ji ber bêkariyê daxwaza navxweyî jî kêm bibe û ji ber cezayan, xizanî û enflasyonê hêza kirînê jî kêm bibe û zincîra peydakirina tiştan ji qut bibe.

Pêşbîniyên mezinbûna Rûsyayê di meha Çileyê ya beriya şer de jî ne zêde geşbîn bûn.

Bakurê Afrîkayê û hin welatên Rojhilata Navîn ji ber piraniya genimê xwe ji Ûkrayna û Rûsya dikirin ji rewşa şer bandor bibin.

Gelek pispor bi fikar in û hişyariyê didin ku enflasyon û bilindbûna bihayan li welatên xizan jî wê bibe sedema bêîstiqrariyek mezin a siyasî.

Back to top button