LI LÎBYAYÊ DI 24 SAETAN DE 2 FIROKEYÊN TIRKIYÊ HATIN RÛXANDIN

Artêşa El-Wetenî ya Lîbya ragihand ku hêzên ezmanî îro sibehê firokeyeke Tirkiyê ya bêpîlot li balafirgeha kir hedefa xwe û rûxand.

Ragihandina şer a artêşa El-Wetenî ya Lîbya da zanîn ku çeka ezmanî ya Lîbyayê, beşa leşkerî li balafirgeha bombebaran kir û balafireke Tirkiyê li nêzî parastina leşkerî rûxand.

Di 24 seatan de ev cara duyemîn ku li hundirê balafirageha Miyêtîqa li Terablusê ev êrîş pêk tê.

Artêşa Lîbyayê jî ragihand ku wan balafireke Tirkiyê dema ku hewl dida li baregeha Miyêtîqa bifire, rûxand.

Li aliyekî din, odeya El-Melahê li balafirgeha Miyêtîqa ya navneteweyî tekez kir ku bombebarana ezmanî dûrî balafirên sivîlan pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button