Li derayê berpirsekî Partiya Baas hate kuştin

Li bajarê Newa yê li rojavayê Derayê berpirsekî partiya Baas di encama êrişekê de hat kuştin. Li Dêrazorê jî di encama teqîna mayînekê de 2 kes mirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, vê sibê li bajarê Newa yê li rojavayê Derayê çekdarên nenas gule li berpirsekî partiya Baas reşandin û di encamê de hate kuştin.

Hate ragihandin ku kesê hatiye kuştin, sîxurê hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ye.

Li Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê 2 jin mirin

Çavdêriya ragihand,, li bajarokê El-Meriyîyê ê li rojhilatê Dêrazorê mayîneke bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê teqiya û di emcamê de 2 jin mirin.

Li aliyê din li gorî agahiyên ‘Ogarêt-Post’ ragihand ku şevê din 7 xwendekar ji wan 3 jin in ku berê xwe dabûn zanîngeha xwe ya li bajarê Humusê li benda kontrolê ya Îthriya a li rojhilatê Hemayê ji aliyê Îstixbarata hikûmeta Şamê ve hatin girtin.

Back to top button