Şêniyên Mexmûrê cezayê disiplînê yê li ser Rêber Apo şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê cezayê disiplînê yê li ser Rêber Apo û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hat şermerzarkirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ve li ber saziya Malbatên Şehîdan ve hat dayîn.

Fîlîz Budak diyarkir ku ev bi qasî salekêye deriyê Îmraliyê ne hatiye vekirin û agahî ji Rêber Apo nayê girtin û got:

“Pergala êşkencê ya li Îmraliyê, li pêş çavê cîhanê, hemû hêz, tevgerên ku dibêjin em xwedî parastina mafê mirovanin, tê meşandin lê bêdeng in.

Pergala li Îmraliyê vegeriyaye pergalekî êşkenceya daîmî ya 24 saetî.

Filîz Budak di berdewama axaftina xwe de êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî bibîrxist û got: “Ji vê saetê şunde şerê ku li Başûrê Kurdistanê rû bide, ji aliyê mala Barzan ve bi hevkariya dewleta Tirk were destpêkirin wê ne şerê birakujî wê şerê îxanete be.”

Filîz Budak herî dawî bang li gelê Kurd, jin û ciwanan kir ku ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê têkoşînê xurt bikin.”

Back to top button