“Divê gelên herêmê li dijî êriş û planan hevgirtin û rêxistiniya xwe xurt bikin”

Li Dirbsêsiyê civîneke gel hat li dar xistin. Di civînê de rewşa li herêmê û buyerên ku diqewimin hate nirxandin.

Civîn li stada beledî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê û PYD’ê ve hat bi rêxistinkirin û bi amadebûna bi sedan şêniyên navçeyê hate lidarxistin.

Di civînê de şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Hesekê Zeyneb Murad axivî û rewşa siyasî nirxand

Zeyneb Murad bal kişande li ser hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk, avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve tê lêkirin.

Zeynebê diyar kir ku hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re xizmeta doza kurd nake û weke xiyanet bi nav kir.

Zeyneb Mûrad bang li gelê Kurd kir ku hevgirtin û rêxitinbûna xwe xurt bikin da ku plan û êrişan têk bibin.

Back to top button