Li navçeya Şera ya Efrînê avahiyên nû yên mêtîngeriyê tên avakirin

Dewleta dagirker li Efrînê kêleka kuştin, revandinê polîtîkaiyên guhertina demografiyayê, li Efrînê dewam dike.
Hêzên dagirker avahiyên nû yên mêtîngeriyê li navçeya Şera ya Efrînê ava dikin.

Ev polîtîkayên gûhertina demografîk û avakirina avahiyên mêtingeriyê bi piştgriya rêxistinên kuwêtî û qeterî pêk tê.

Hate ragihandin dewleta Tirk a dagirker li ser rêya di navbera gundê Cema û navçeya Şerayê de dest bi lêkirina avahiyên nû yên mêtîngeriyê kiriye.

Dewleta Tirk bi lêkirina van avahiyan dixwaze hejmarek mezin a kesên biyanî û malbatên çeteyan lê bi cih bike.L

Back to top button