EMERÎKA ÊDÎ NEMA PÎLOTÊN TIRKIYÊ JI BO PERWERDEYÊ PÊŞWAZÎ DIKE

Berpirsên Emerîkî ragihandin ku Emerîka êdî nema pîlotên Tirk ji bo perwerdekirina wan ser balafirên şer f-35 pêşwazî dike.
Welatê Yûnanistanê jî der barê kirîna Tirkiyê sîstema mûşekî ya parastina esmanî ya S-400 dilgiraniya xwe nîşan da.

Piştî ku Tirkiyê , tevî zextên Emerîkayê li ser, ragihand ku ew ji kiriîna pergala S-400 venagere, Duh berpirsên Emerîkî ji ajansa Ruetirsê re ragihandin ku Emerîka wê nema pîlotên Trik ji bo perwerdekirina wan li ser balafirên f-35 pêşwazî bike.

KIRÎNA TIRKIYÊ JI PERGALA S-400 RE
YÛNANISTANÊ DILGIRANIYA XWE DESTNÎŞAN KIR

Li aliyekî din Wezîrê Parastinê yê Yûnanê dilgiraniya welatê xwe derbarê kirîna pergala S-400 ji aliyê Tirkiyê ve nîşan da.

Wezîrê Parastinê yê Yûnanê Evangelos Apostolakis  diyar kir ku Tirkiyê bi vê yekê, Yûnanê neçar dike ku lêvegerekê di sîstema xwe ya çekan de pêk bîne û xwe bipêşbixe.

Wezîr teqez kir ku kirîna sîstema mûşekî ya S-400 û balafirên F-35 ji aliyê Tirkiyê ve, hevsengiya hêz û aramiya welat tev li hev dike.

Leave a Reply

Back to top button