Mihemed Ehmed: Divê desteyek ji bo lêkolînkirina hesabên rayedarên Başûr were avakirin

Serokê Nivîsgeha Hesekê ya Partiya Komarî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed, li ser raporên dawî yên eşkerekirina pereyên malbata Barzanî li derve, nirxandin kir. Mihemed Ehmed dibêje: “Divê desteyek li dijî gendeliyê were avakirin ku hesabên rayedarên Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike.”

Mihemed Ehmed anî ziman ku desteserkirin pereyên giştî ji aliyê serokan ve wekî du sûc tê naskirin û got:

“Divê ji ber van sûcan werin cezakirin.”

Mihemed Ehmed destnîşan kir ku di demekê de piraniya Kurdên Başûrê Kurdistanê di nava mercên zehmet ên aborî de dijîn, malbata Barzanî pereyên gel didize.

Serokê Nivîsgeha Hesekê ya Partiya Komarî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed, bang li civaka Kurdistanê kir ku desteyekê li dijî gendeliyê ava bikin û hesabên berpirsên Başûrê Kurdistanê lêkolîn bikin.

Back to top button