Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk ji bo êrişên nû pêk bîne li hincetan digere

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid anî ziman dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne li hincetan digere.
El Ebid piştrast kir ji bo bersivdayînê û parastina yekîtiya axa Sûriyê ew amade ne.

Bi êrişên xwe yên dawî, dewleta Tirk û çeteyên xwe yên dagirker dixwazin zêdetir axa Sûriyê dagir bikin.

Li dijî van êrişan û siyasetên Tirkiyê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid ji ajansa Hawarê re axivî.

Hemdan El-Ebid da zanîn ku dewleta Tirk piştî destwerdan û binketina xwe ya li Sûriye, Lîbya û Tûnisê niha serî li gelek rêbazên cûda dide û ev got:

Ji bo dawî li têkçûna xwe ya aborî, siyasî û leşkerî bîne, dewleta Tirk bi Misrê re di nav danûstandinan de ye.

Misr jî bi şertê ku Tirkiye destekdayîna lêderên Îxwanî rawestîne, pê re hevdîtinan dike.”

El-Ebid der barê êrişên Tirkiyê yên dema dawî li ser herêmê jî anî ziman dewleta Tirk li ser hesabê gelê Sûriyê taybet jî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze armancên xwe pêk bîne.

Hemdan El-Ebid: Em amade ne bersiva êrişan bidin û yekîtiya axa Sûriyê biparêzin

Hemdan El Ebid dibêje:

“Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî hewl dide erêkirinê bigire da ku êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û xaka Sûriyê dagir bike.

Lê em amade ne bersiva van êrişan bidin û yekitiya Sûriyê biparêzin.”

El-Ebid da zanîn ku dewleta Tirk bi rêka kesên ku navê mûxalefetê li xwe kirine û ji aliyê wê bi xwe ve hatine diyarkirin, dest li karûbarên destûra sûrî ya pêşerojê werdide .

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid dawiyê bi bîr xist Rêveberiya Xweser her tim banga yekitiya xaka Sûriyê dike û tekez kir divê çareseriya li Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî – Sûrî be, li ser xaka Sûriyê û dûrî destwerdanên derve be.

Back to top button