PERVIN BULDAN: EM Ê DI 23’Ê HEZÎRANÊ DE CAREK DIN BI SER BIKEVIN

23’ê Hezîranê wê hilbijartina Stenbolê were dubarekirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, di vê çarçoveyê de got:

“Divê her kes biçin ser sindoqan. Ev hilbijartina serkeftina hêza demokrasiyê ye.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, di çarçoveya serdanên Cejna Remezanê de piştî serdana Qersê îro derbasî Îdirê bû.

Buldan bal kişland li ser tecrîda li ser Rêber Ocalan û diyar kir ku çûn û hatina Îmraliyê dest pê kir û got,

“Bi çûna malbatê û parêzeran ji bo Îmraliyê gavek hatiye avêtin û tecrîd hinekî bi dawî bûye.

Tecrîd ne tenê li ser gelê Kurd, li ser hemû Tirkiye heye.

Ger ku îro bi hezaran kes li girtîgehan hebe ev nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî di çi rewşê de ye.”

Buldan bal kişand li ser HIlbijartina Stanbolê ya 23’ê Hezîranê jî û wiha axivî:

Di hilbijartina 31’ê Adarê de AKP têk çû.

Wê di hilbijartina 23’ê Hezîrane de dîsa winda bike.

Bi stratejiya HDP’ê, AKPê winda kir.

Em ê di hilbijartina 23’ê Hezîranê ya Stenbolê de carek din bi ser bikevin.

Divê her kes biçin ser sindoqan.

Ev hilbijartina serkeftina hêza demokrasiyê ye.”

Leave a Reply

Back to top button