Hêzên hikûmeta Şamê nahêlin derman jî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe

Dorpêça hêzên hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê dewam dike. Rê nayê dayîn ku ti tiştekî xwarin û vexwarinê derbasî van taxan bibe.

Ji 13’ê Adarê ve taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Şamê ve hatine dorpêçkirin.

Hêzên hikumeta Şamê rê nadin ku tiştên xwarin, sotemenî û derman derbasî van taxan bibe.

Yek ji Berpirsên Yekitiya Dermanfiroşan ên her du taxan dazanîn ku ji dema dorpêç hatiye danîn, derman derbasî her du taxan nebuye.

Hin Dermanfiroşên ku nedixwestin navên xwe eşkere bikin dan zanîn ku bi qutkirina dermanan wê gelek pirsgirêkên tenduristiyê ên mîna nexweşiyên dil, şekir û tansiyonê bi xwe re bîne.

Dermanfiroş dibêjin eger qutkirina derman heta 10 rojan dewam bike wê dermanxane vala bibin.

Back to top button