Ji bo HDP’iyan biryara binçavkirinê û ji bo DAIŞ’iyan jî vegerandina mal û milk!

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya ji bo Doza Kobanê de, derheqê 91 kesan de, biryara binçavkirinê hate dayîn.
Her wiha mal û milkê DAIŞ’iyan jî, ku dewletê dest danîbû ser li wan hate vegerandin.
Pêla binçavkirina siyasemedarên HDP’ê, li gelek navendên Bakurê Kurdistanê hat protestokirin.

Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve hatibû destpêkirin de biryara binçavkirina 91 siyasetmedarên HDP hatibû dayîn.

Li ser vê duh polisan li 13 bajaran bi ser malan de girtin û bi giştî 46 kes binçav kirin.

Têkildarî mijarê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev hincet nîşan da:

“Kesên navborî di avadaniya darayî ya bûyerên Kobanê de cih girtin û alîkariya madî dane malbatên PKK’iyên ku di şer de birîndar bûyîn an jî mirin.”

Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan jî xala 5’emîn a heman qanûna behsa mijarê weke hincet nîşan dabû û mal û milkê 3 dezgeh û 3 kesên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê li wan vegerandibû.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê êriş hatin şermezarkirin

Zext û pêla binçavkirinê yên li dijî HDP’ê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyan hat protestokirin.

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê, tekîldarî mijarê daxuyaniyek da.

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyad Ceylan axivî û got:

“AKP’ê a ku li ber têkçûnê ye, wê nikaribe pêşiya siyaseta demokratîk bigre.”

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Rihayê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da û zext şermezar kirin.

Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.

Parlamenter Omer Ocalan jî li vir axivî û got:

“Wê ev zîhniyeta çetekar têk here û em ê bi ser bikevin. ”

Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokên Azad daxuyanî da.

Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş da zanîn ku ew ê li dijî zextan li ber xwe bidin û wê HDP’ê bi ser bikeve.

Back to top button