Îro gelê Amûdê daketin qadan û êrişên PDK’ê li dijî gerîla û hevkariya wê şermezarkirin

Hêrs û nerazîbûna gelê Kurd li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re her diçe zêde dibe.
Bi heman regnî bertekên li dijî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de jî dewam dike.
Îro li Amûdê bi meşekê girseyî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker hat şermezar kirin û li dijî êrişan peyama bilindkirina têkoşînê hat dayîn.

Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan îro gelê navçeya Amûdê bi armanca şermezarkirina êrişên PDK’ê ya li dijî gerîla û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker re derketin qadan.

Meş bi diruşma “”Em li dijî xiyanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin” hate lidarxistin.

Piştî meş veguherî mîtîngê ji Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talat Yûnis axivî û destnîşan kir ku ev xwepêşandan berdewama meşa azadî û berxwedanê ya li dijî polîtîkayên qirkirin û xiyanetê ye.

Back to top button