Jinên di nobetê de: Em ê xwedî li partiya xwe derkevin

Piştî êrişên li ser avahiya HDP’ê ya li Cizîrê, şêniyên wê li pêşiya navenda HDP’ê dest bi çalakiya nobetê kirine. Jinên ku tevlî çalakiyê bûne dibêjin ew ê xwedî li partiya xwe derkevin. Hevseroka Giştî ya HDP Pervîn Buldan jî banga xwedîderketina li partiyê kir.

Di nava 4 mehan de, du caran bi ser avahiya HDP’ê ya Cizîrê de tê girtin û rêveberên wê têne binçavkirin.

Li dijî serdegirtina avahiya HDP’ê û binçavkirinan, HDP’ê li ber avahiya xwe ya Cizîrê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya nobetê kir.

Çalakiya nobetê bi tevlîbûna bi dehan kesan bi coş derbas dibe.

Jinên ku tevlî çalakiya nobetê bûn, diyar kirin ku dê xwedî li partiya xwe derbikevin û li hember zilmê tu carî serî natewînin.

Jina ku rastî lêdanê hat: ji ber em Kurd in vê zilmê li me dikin

Di vê çarçoveyê de, li Cizîrê di serdegirtina malan de jina bi navê Behiye Dalmiş a 50 salî ji aliyê polîsan ve lêdan xwar.

Behriye anî ziman ku ji bo ku em kurd tunebin vê hovîtiyê li ser me dikin. Li dijî vê zilmê em tu carî bêdeng namînin.

Pervîn Buldan: Her ku winda dikin bêtir bi mêjiyê dijminatiyê êriş dikin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna partiya xwe de axivî.

Pervîn Buladan qala serdegirtina avahiya HDP’a Cizîrê kir û da zanîn ku bi mejiyê dijminatiyê êrişî partiyê hatiye kirin.

Hevseroka HDP’ê dawiyê bang li gel kir ku xwedî li Rêya 3 . a HDP’ê derkevin û bi hev re xwe bigihînin demokrasiyê.

Back to top button