GERÎLA TV DÎMENÊ NÛ YÊN ÇALAKIYA LI BARZANÊ WEŞAND

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk hem li bakur û hem jî li başûrê kurdistanê gerîla çalakiyên bi bandor pêk tînin.
HPG’ê ragihand ku li Dersima Bakur û Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakî lidar xistin , di her du çalakiyan de 5 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
Gerîla TV jî dîmenê çalakiya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê jî weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek nivîksî weşand.

Navenda HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

6’ê Hezîranê gerîla li dijî leşkerên li Qereqola Amûtka ya navçeya Xozat a Dersimê çalakiyek lidar xist di encamê de leşkerek hat kuştin.

5’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li devera Demirkapi ya navçeya Bazîd a Agiriyê bi destek balafirên keşfê yên bê mirov dest bi operasyona dagirkeriyê kirin.

Balafirên şer ên hêzên dagirker heman rojê qad bombe kirin.

Di bombebaran balafirên artêşa tirk de, ti windahiyên hêzên me nebûne.

Artêşa Tirk a dagirker a li Serhedê jî derbên giran ji destê gerîla dixwun.

Bi rêya çapemeniya şerê taybet dewleta tirk ragihandine ku di vê operasyonê de 2 gerîlayên me şehîd bûne. Ev nûçe nerastin û derew e.

5’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma Şehîd Rustem û Mahîr Mîrzo yên girêdayî Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir.

Di van bomberdûmana de tu windahiyên hêzên me tunene.

GERÎLA TV DÎMENÊ NÛ YÊN ÇALAKIYA LI BARZANÊ WEŞAND

Her wiha Gerîla TV dîmenê çalakiya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê weşand.

Artêşa Tirk ev demeke li devera nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzan ê Başûrê Kurdistanê bicih bûne.

Gerîla di çarçoveya Pêgava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya ya li Herêmên Parastina Medyayê de çalakiyek pêk anîn.

Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Hevrêyên me çûn ser cenazeyên dijmin û çekek ferdî ya cureya MPT-76 jî rakirin.

Leave a Reply

Back to top button