Sendikaya Îngiliz ku 500 hezar endamên wê hene ji bo Rêber Apo azadî xwest

Li Kurdistan û seranserî cîhanê daxwaza azadiya Rêber Apo her ku diçe berfireh dibe.
Sendîkaya Perwerdehiya Nateweyî ya Îngilîstanê ku 500 hezar endamên wê hene, di kongreya xwe de piştgirî da kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” û banga azadiya Rêber Apo kir.

Di kongreyê de meclîsê bang li hezaran delege kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan bi hev re rabin ser piyan.

Li salona kongreyê hezar û 700 delegeyan hemwext wêneyê Rêber Apo bi nivîsa “Freedom for Ocalan” hildan û azadiya Rêber Apo xwestin.

Di kongreya ku li bajarê Bornemot (Bournemouth) ê li Başûrê Îngilîstanê pêk hat de, delegeyên sendîkayê yên ji çar aliyê welê, gelek rêveberên sendîkayan, parlamenter û nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn.

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê ji bo PKK ji Lîsta Terorê bê derxistin îmze hatin berhevkirin

Li aliyê din li bajarê Lîege yê Belçîkayê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin li cihê herî qelebalix a bajêr standa îmzeyan hat danîn.

Kurdistanî li navenda bajêr li hev civiyan û li standa ku alên PKK’ê û pirtûkên Rêber Apo lê pêşan didan, belavok belav kirin.

Di standê de bi sedan îmze hatin berhevkirin. Çalakgeran bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kirin ku piştgiriyê bidin kampanyayê.

Back to top button