QSD: Li Reqa serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Yekîneyên Taybet ên QSD’ê serçeteyekî herêmî yê çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Kerame yê rojhilatê Reqayê girt.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxwiyaniyê de hate gotin:

“Operasyon bi destekdayîn û çavdêriya hewayî ji hêla Koalîsyona Navneteweyî ve pêk hat.

Serçeteyî herêmî ku çek belav dikir, teqemenî li şaneyên rêxistina DAIŞ’ê yên li herêmên Reqa û gundewarên wê belav dikir.

Her wiha çalakiya ewlehî bi rê ve dibir.

Lê piştî çavdêriya çend rojan û komkirina agahiyan ew hate girtin.”

Di dema lêgerîna li mala wî de, çek, alavên teknîkî û belgeyên li gel wî hatin desteserkirin.

Back to top button