Salvegera 34. a komkujiya Enfalê

Îro savegera 34’emîn a komkujiya Enfalê ye.
Rejîma Be’s a Iraqî berî 34 salan, li sernaserî Başûrê Kurdistanê bi navê Enfalê dest bi êrîşine berfireh kiribû.
Di vê êrişa hovane de 182 kurd hatin şehîdxistin.
Li şûna ku hikumeta Başûrê Kurdistanê li pey sûcdarên Enfalê bikeve û wan darizîne, îro bi heman rêbazî bi destê dijminên Kurdan girtiye û hevkariyê bi wan re dike. 

Hîna birîna Helebçeyê nehatibû dermankriin, Enfal jî bi ser de hat û kul û êşa Kurdan zêdetir kir.

Wê rojê Kurdan 182 hezar kes winda kirin.

Rejîma Sedam a Be’sî sala 1988’an, 5 hezar kurd li Helbçe ya Başûrê Kurdistanê bi kîmyabaranê kuştin û di Enfalê de jî ev jimar kir dehqat.

Êrişên Enfalê yên li Dola Cafayetî û sala 1989 li Behdînanê bi dawî dibin û weke ku li cîhanê qanûn tune ne cenazyên Kurdan bi ser hev de hatin binaxkirin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî piştî desthilata Sedam têk çû, komgorên Enfalê vekirin.

Li gorî wê heta niha 63 komegor hatine vekirin:

Di 18 salên dawiyê de bêhtirî 3 hezar û 730 cenaze hatin derxistin.

Serokê wê demê yê Iraqê Sedam Hisên û kurmamê wî Elî Kîmawî, bi tewanên Enfal û Helbçeyê hatin bidarvekirin.

Dadgeha Bilind a Sizayan a Iraqî piştî 60 rûniştinan, Hezîrana 2007’an “Komkujiya Enfal û Kîmyabara Helebçeyê”, weke qirkirin nas kirin.

Di 14’ê Nîsana 2014’an de jî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve Enfal weke komkujî hate naskirin.

Wê demê biryara girtin û darizandina gelek kesan hat dayîn.

Lê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê heta niha tu kes ceza nekirine.

Li şûna ku li pey sûcdaran bikeve û di vê der barê de gavan biavêje tawanbarên Enfalê diparêze û wan di saziyên rêveberiyê de bi cih dike.

Ne tenê ev, niha di êriş û qirkirina gelê Kurd de hevkariyê bi dijminan re dike û bi wan re dibe alîkar.

Malbatên qurbanên Enfalê tevî derbasbûna ewqas salan, heta niha jî birînên wan derman nebûne û êşa wê demê ji bîr nekirine.

Daxwaza wan ji Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ew e dev ji hevkariya tewanbarên Enfalê berdin, sûcdaran darizînin û dosyaya Enfalê bixin mijareke xwe ya neteweyî.

Komkujiyên Enfal, Helebçe, Geliyê Zîlan, Dêrsim, Efrîn û Serê Kaniyê..

Ev hemû navnîşanên bêbextî û dûrûtiya cîhanê li hemberî Kurdan eşkere dikin.

Back to top button