Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Cîlo Efrîn ku li ser erka xwe gihişt asta şahadetê, eşkere kir.
Hêzên Rizgariya Efrînê-HRE’yê di daxuyaniya xwe de ragihand 13’ê Nîsanê hevrêyê wan Cîlo Efrîn gihişt asta şahadetê.
HRE’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman yek ji armancên hervêyê wan Cîlo Efrîn rizgarkirina Efrîn û cihên din ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin bû.
HRE’ê sersaxî ji gel û malbata şehîd re xwest û soza dewamkirina têkoşînê û pêkanîna armancên şehîdan da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Cîlo Efrîn
Nav û Paşnav: Celal Elî
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Yaqub
Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn
Dîroka Şehadetê: 13`ê Nîsana 2022