Konfederasyona Civakên Kurdistanê yên Almanyayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê 8’ê Hezîranê ango sibe li Kolnê meşek li dar bixe.
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê wê 8’ê Hezîranê li Kolnê meşek were lidarxistin.
Gelek sazî û rêxistin pêşengiyê ji meşê re dikin.
Konfederasyona Civakên Kurdistanê yên Almanyayê li ser meşê wiha got:
Dewleta Tirk êrîş, talan û hovîtiya ku li Bakurê Kurdistanê dikir, niha jî li Başûrê Kurdistanê û Efrînê didomîne.
Ev dagirkerî ji bo gelan tê wateya qirkirinê.”
Ji bo wê jî divê ev dagirkerî neyê qebûlkirin û gel rabin ser pêyan.
Em banga li her kesî û dostên kurdan dikin roja 8’ê Hizêranê tevlî meşê bibin.