Çeteyan ji navçeya Mabateyê ciwanek revand

Çeteyên Tirkiyê yên dagirker ciwanekî din ê ji navçeya Mabeta ya Efrînê revand.
Li navçeya Bilbilê jî, çeteyan zêdetirî 375 darên zeytûnê birîn.

Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand 11`ê Nîsanê çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê Mihemed Şukrî Şêx Seydî (28) ê ji gundê Şêxûtikê yê Mabeta revandiye.

Çavkanî da zanîn ku Mihemed Şukrî birin baregeha çeteyan a li navenda Efrînê û hîna çarenivîsa wî nayê zanîn.

Çeteyan li navçeya bilbilê 350 darên zeytûnan birîn

Li aliyê din hat ragihandin ku li navçeya Bilbilê jî çeteyan , 350 darên zeytûnan birîne.

Ev dar jî yên welatiyê bi navê Ibrahîm Mehmûd Îbiş ê ji gundê Bêla yê Bilbilê ne.

Hat ragihandin ku çeteyan li li heman gundî zêdetirî 25 darên zeytûnê yên Celal Omer jî birîne.

Ji destpêka salê ve çeteyan zêdetirî 2 hezar dar birîne û bi van kirinan jî xwezaya Efrînê talan û wêran dikin.

Back to top button